PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurditanê, di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de, heta 15 rojan hemû cure çalakîyên cemawerî hatin qedexekirin.
Walîtiya Semsûrê ragihand ku wan li ser raspartina Wezîrê Tenduristiyê biryar daye, li ji ber zêdebûna hêjmara pêketiyên koronayê, di çarçoveya tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê de çalakiyên weke, civîn, xwepêşandan, daxuyaniyên rojnemevanî, vekirina standan, belavkirina belavokan û hemû cureyên çalakiyên wiha, ji bo 15 rojan werin qedexekirin.
Qedexe îro Yekşemê 4ê Cotmehê destpê dike û heta 19ê mehê berdewam dike.
Berî niha jî bajarên Mêrdîn û Diyarbekirê di heman çarçoveyê de ji bo du mehan her cure çalakiyên cemawerî hatibûn qedexekirin ku wekî hincet belavbûna koronayê hatibû nîşandan.
Heta niha li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 hezar û 384 kes ji koronayê mirine, 323 hezar û 14 kes pê ketine, 283 hezar û 868 nexweş baş bûne û hezar û 470 nexweş jî di bin çavdêriya bijîşkî ya hûrî de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin