PeyamaKurd - Li paytexta Libya Trablusê di encama êrîşên bombeyî yên bi ser avahiya hikûmeta derve de, herî kêm 3 kesan can da, 7 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Libyayê derbarê êrîşê de ragihand ku êrîş ji aliyê du kesan ve hatiye kirin, êrîşkarekî xwe li nav avahiyê teqandiye û êrîşkarê din jî hatiye desteserkirin.
Ajansa AFPyê jî ragihand ku beriya ku êrîşkar bombeyê bi xwe de biteqîne, pêşî wesayîteke bombekirî li ber wezaretê teqandiye.
Her çiqas hîn ti rêxistinekê berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye jî medya Libyayê diyar dike ku êrîş ji aliyê piştevanân Artêşa Netewî ya Libyayê ya girêdayî General Xelîfe Hafter ve hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin