PeyamaKurd – Pisporên Amerîkî yên Enstîtuya Standardên Teknolîyê ya Netewî (NIST) di xebata xwe ya berawirdkirina maskan di parastina vîrusa koronayê de taybetiyên cûreyên maskan dane ber hev.
Li gorî encama lêkolîna pisporên Amerîkî de, derketiye holê ku maskên pemboyî hilmê dema distînin piçikên vîrusê jî li gorî maskên din bêhtir filtre dikin û nahêlin derbasî mirovan bibe.
Di lêkolînê de derketiye holê ku maskên pemboyî li gorî maskên din ên sentetîk di filtrasyonê de ji sedî 12 heta 45an bêhtir partîkulên hilmijînê bêbandor dikin.
Herwiha lêkolînê diyar kiriye ku dema kişandina nefesa zêde jî maskên pemboyî ji sedî 33 zêdetir hilmê filtre dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin