PeyamaKurd - Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) hişyariyê dide wan welatan ku dixwazin qedexeya çûn û hatin rakin û dibêje: “Metirsiyên koronayê bidawî nebûne û qedexeya çûn û hatinê bi yekcarî ramekin.”
Rêveberê Programa Rewşa Awarte ya Tendirûstî li Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) Michael Ryan di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku bi ti awayekî metirsiyên vîrusa Koronayê bo ser cîhanê bidawî nebûne û got: “Niha dema wê yekê ye em hewldanên xwe zêdetir bikin û zêdetir agahdar bin.”
Michael Ryan diyar kir ku welat dikarin fikir li rêyekê bikin daku ji vê rewşê derbikevin, lê nabe bi yekcarî qedexeya çûn û hatinê rakin û li beramber tiştekî din nekin û got: “Divê tedbîrên din bo xweparastina ji vê vîrûsê werbigirin û wê demê fikir li rakirina yekcarî ya qedexeya çûn û hatinê bikin.”
Ryan got: “Bi ti awayekî ev nayê wateya bidawîbûnê. Niha dema wê yekê ye mirov agahdar be. Dema wê yekê ye hewldan du qat bên kirin, dema wê ye gelekî gelekî hişyar bin. Ev jî nayê wateya ku stratejiya welatan nebe bo derketina ji vê rewşê. Nayê wateya ku nabe plana çalak a welatan hebe bo encamdana vêna. Lê wek Rêveberê Giştî got, hinek tişt hene divê bên kirin, ti nikarî qedexeya çûn û hatinê rabikî û tiştekî li beramberî nekî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin