Yunanîstan: Em dixwazin ji hawirê, sûdê werbigirin

Yunanîstan: Em dixwazin ji hawirê, sûdê werbigirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê nû yê Yunanîstanê Gerapetritis tekez kir ku hikûmeta Yunanîstanê dixwaze ji hawira nerm a berdewam sûdê werbigire.

Wezîrê Yunan Yorgo Gerapetritis diyar kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka sînorên deryayî ku herdu welatan gelek caran haniye asta nakokiyê, dest bi dan û stendinan bikin.

Gerapetritis tekez kir ku hikûmeta Yunanîstanê dixwaze sûdê ji jîngeha nerm a berdewam bigire da ku bigihîje rêkeftinekêeli ser destnîşankirina deverên ku tê de her welat xwediyê mafên aborî yên taybet e ku di nav de mafê lêgerîna neft û gazê ya li deryayê jî heye.

Wezîr Gerapetritis, piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Qibrisê re got ku "Tiştê ku dimîne ew e ku were destnîşankirin gelo Tirkiye jî amade ye ku rê li ber nêzîkbûneke jidil veke? Lê ev nayê wê wateyê ku Yunanîstan dê ji xetên xwe yên sor an pêşhateyên xwe yên neteweyî paşve gav bihavêje."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin