PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku berpirsê belavbûna vîrusa korona li Rojavayê Kurdistanê rejîma Sûriyê ye ku bi rêya Balafirxaneya Qamişlo xelkê bê test derbasî herêmê dike.
Desteya Tendurisiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand, desthilatên rêjîma Sûriyê pabendî rêkarên xweparastina ji vîrusa korona nabin û welatiyan bêyî ku testên pêwîst ji wan re bên kirin, ji balafirxaneya Qamişlo derdixîne û derbasî herêmên wan dike.
Desteya Tenduristiyê ragihand, rêjîma Sûriyê naxwaze hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike û bi kiryarên xwe yên şaş jiyana welatiyan dixe metirsiyê.
Rêveberiya Xweser roja 23ê Adarê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa korona, qedexeya derketina derve li Rojavayê Kurdistanê ragihandibû û piştre jî bo heyama 15 rojan dirêj kiribû.
Herwiha hemû deriyên sînorî jî girtine û tenê balafirgeha Qamişlo vekirî maye ku welatî ji deverên din ên Sûriyê derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê dibin.
Heta niha li Rêveberiya Xweser ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona nehatiye tomarkirin, lê rêjîma Sûriyê pêketina 19 kesan ragihandiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî radigihîne ku amarên belavbûna korona gelekî ji wan amarên rejîm dide zêdetir in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin