PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Polonyayê Mariusz Kaminski bi sedema ku li Belarûsê rojnamevanekî Polonyayî 8 sal ceza danê, ragihand ku wê ji sibê û pê de sînorê xwe û Belarûsê bigrin.
Kaminski got ku rêvebiriya Belarûsê gotiye ku wê bêhtir kesan bixin nav lîsta dorpêçan û di vî warî de ferman daye. Lê wezîrê Polonî ragihand ku wê bêhtir pêşniyaran amade bikin da dorpêçan deynin ser Belarûsê û lîsta xwe firehtir bikin.
Rojnamevan û aktîvîstê Polonî-Belarûsî Andrzej Poczobut bi sedema zerarê daye ewlehiya Belarûsê, ji dijî Belarûsê tevgeran teşwîq kiriye, xwestiye Nazîzmê paşde bîne û dijberiya navbera milletan dijwar kiriye, 8 sal ceza danê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin