PeyamaKurd - Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê parlamenteriyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got ku ew ê çekan bi PKKê bidin berdan.
Sezgîn Tanrikulu, di televîzyoneke Tirk de got, ew ê vê pirsgirêkê bi rêya parlamentoyê çareser bikin.
Sezgîn Tanrikulu li ser çareserkirina pirsa Kurd da zanîn: “Êdî çek dê tune be, tundî tune be, teror tune be. Em ê bi diyalogê çareser bikin.”
Tanrikulu da xuyakirin, ew ê hemû partiyên li parlamentoyê bikin hevbeşên vê mijarê û got, her kes dê bibîne ku Parlamentoya Tirkiyê cihê çareseriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin