PeyamaKurd – Girava Barbados sala 1996an ji Şahnişîniya Yekgirtî ya Brîtanyayê serxwebûna xwe wergirtiye, komarbûna xwe ragihand û bû komara herî nû li cîhanê.
Babados îro 30ê Mijdara 2021ê danê sibê bû komara herî nû ya cîhanê û bi amadebûna Cihnişînê Şahinşahiya Yekbûyî, mîr Charles merasîma komarbûnê hat sazkirin.
Di merasîmê de, Waliya Giştî ya giravê, Sandra Mason wek Seroka Komara nû sond xwar û ala Şahînşahiya Brîtanyayê ku nûnertiya bindestiya Barbados dikir, hate daxistin.
Herwiha Barbadosê, piştî 13 mehan ji ragihandina veqetîna destûrî ya ji taca Brîtanî, yekem hilbijartinên serokomariyê di Cotmeha borî de pêk anîbû.
Barbados welatekî giravî ye û li herêma rojavayê Okyanûsa Atlantîk a Bakur dikeve û rûberê wê 431 kîlometre çargoşe ye.
Komara nûjen ku bi peravên xwe yên ciwan tê naskirin û gelek geştiyar serdana wê dikin, dora 287 hezar kes lê dijîn.
Ji niha û pê ve wê Babados bi tena xwe rûbirûyî bandora aborî ya ku pandemiya Covid-19 çêkiriye bibe.
Berî belavbûna vîrûsa koronayê, girava ku bi ava xwe ya zelal tê naskirin, her sal mazûvanî li zêdetirî mîlyonek geştyaran dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin