Di rûbarê Xabûr de 5 kes fetisîn

Di rûbarê Xabûr de 5 kes fetisîn

PeyamaKurd- Li bajarê Zaxo ya Kurdistana Başûr, 5 kesên ku xwe di çemê Xabûrê de xwestin xwe hênik bikin, di ava çem de fetisîn. Her 5 kes ji heman malbatê ne. Polîsê parastina sîvîl yê Duhokê Bêwar Abdulezîr bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Ji heman malbatê 5 kes di çemê Xabûrê de fetisîn. Cesedên 3 kesan ji avê hatin derxistin. Bo her 2 kesên din xebata rizgarkirina cesedan dewam dike. Cenazê her 3 kesan hat şandin bo Duhokê.”

Abdulezîz got ku malbat bo geryanê çûye Xabûrê û asta avê dema bi yek carê bilind bûye, ketine ber pêlên avê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin