PeyamaKurd – Li devera Daqûq a Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî kirin û di encamê de efserekî Iraqî bi giranî birîndar bû.
Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Daqûqê Razad Rostem daye zanîn, şeva borî li gundê Risêbderb ê Daqûqê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî kirin.
Herwiha Azad Rostem eşkere kiriye, di encama wê êrîşê de efserekî Iraqî bi giranî birîndar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin