Tevgera Sedr: Divê Berhem Salih û Helbûsî jî îstîfa bikin.

Tevgera Sedr: Divê Berhem Salih û Helbûsî jî îstîfa bikin.

PeyamaKurd- Parlementerê Iraqê Sebah Egîlî ku parlementerê koalisyona Saîrûn e û Muqteda El Sedir serpereştiya wê dike, ragihand ku divê serokkomarê Iraqê Berhem Salih û serokê parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî jî îstîfa bikin. Sebah Egîlî bo çapemeniyê ragihandiye ku divê bi sedema li Iraqê hûzûr û aramî çêbibe, her dû îstîfa bikin.

Sebah Egîlî dibêje ku di tevlihevî û bêhûzûriya Iraqê de berpirsiyariyên Berhem Salih û Muhammed Helbûsî jî hene. Lê ranegihandiye bê di kîjan sehayan de para wan heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin