PeyamaKurd - Rojnameya Brîtanî The Sunê di raporteke xwe de ku dispêre fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên HSDê li bajarokê Hecînê ku dikeve rojhilatê Sûriyê û 50 kîlomtre li rojavayê Iraqê ye, dijî Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî û malbata wî şer dike.
Li gor nûçeya The Sunê ku bi zarê fermandarekî HSDê yê bi navê Heval Welat Ronî hatiye belavkirin, “Di şer û pevçûnên beriya niha de, çekdar direviyan deverên din, lê niha milîtanên herî dilsozên doza xwe li wir mane. Ew dê bi mirina xwe şer bikin.”
Welat Ronî diyar kiriye, beriya niha birayê Bexdadî li wê herêmê xuya bûye ku ji bo şer cesaret dida milîtanan û herwiha kurekî Bexdadî jî bi qasî mehek û nîv berê ji aliyê wan ve li wê herêmê hatiye kuştin.
Fermandarê HSDê di hevpeyvînê de behsa dijwariya şerê Hecînê yê bi DAIŞê re dike û dibêje, “Em gelekî giran bipêşve diçin. Em neçar in herêmê gav bi gav rizgar bikin. Em ê êrîşa Hecînê li nêzîk bidin destpêkirin. Lê bawer nakim ev şer zû bidawî bibe. Ev dê ne şerekî zû were qezenckirin be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin