PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand ku îro Yekşemê 20ê Sibatê bi du kanalên BBC Erebî û Sky News Erebî re hevpeyvînên wî hene.
Zêbarî daye xuyakirin ku ew dê rastiyên derheqê redkirina namzediya wî ya serokomariya Iraqê ji aliyê dadgeha federalî ya Iraqê ve ji raya giştî re eşkere dike.
Hoşyar Zêbarî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, îro 20 Sibatê bi du kanalên cuda re hevpeyvînên wî hene ku yek bi BBC Erebî re û ya din jî bi Sky News Erebî re ye.
Zêbarî daye zanîn, ew ê di wan hevpeyvînan de rastiyên derheqê wan biryarên ne rewa yên li dijî xwe û proseya siyasî ya Iraqê ji raya giştî re eşkere bike.
Hevpeyvîna Zêbarî ya BBC li demjimêr 20.30 û ya bi Sky News re jî li demjimêr 23.00 belav dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin