PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê tifaqa partiyên Kurdistanî sibe ji bo hilbijartinan bi HDPê re hevdîtinekê bike.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin pênc partiyên kurdî, Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDKê ku ji bo hilbijartina 24ê Heziranê li Tirkiyê ‘Tifaqa Kurdistanî' ava kiribûn di çarçoveya berfirehtirkirina tifaqê de wê sibê bi HDPê re bicivin.
Hat diyarkirin ku wê pênc partî bi Hevseroka HDPê Pervîn Buldan re kom bibin û guftûgoya bereya Kurdistanî bikin ji bo hilbijartinê.
Pênc partiyan piştî civîna çapamenîyê ya li Amedê ku tifaqa xwe aşkere kiribûn, serdana Partiya Doza Azad (Huda-Par) kirin û bi Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu re civiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin