PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku di destpêka meha bê de, ew dê 11 endamên DAIŞê ku hemwelatiyên Fransayê ne, dersînor bikin û vegerînin Fransayê.
Li gorî zanyariyên hikûmeta Tirkiyê, di destê Tirkiyê de 948 terorîstên çekdarên DAIŞê yên biyanî hene û ji wan hejmara herî zêde jî hemwelatiyên Iraqê ne.
Hikûmeta Tirkiyê ji 11ê vê mehê û heta niha nêzikî 20 DAIŞî li welatên Amerîka, Almanya, Brîtanya, Danîmarka û Hollandayê vegerandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin