PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê bi sedema koçberên Afxanistanê zêde diçin Tirkiyê û dixwazin di ser Tirkiyê de herin welatên Awrûpayê, di çarçoveya berlêgirtina koçberan de, ji bajarê Agiriyê 499 koçberên Afxanî bi sê balafirên seferên charterê şandin Afxanistanê.
Rêvebiriya koçberan ya bajarê Agiriyê di 9 û 10 ê hezîrana 2022 an de, bi mînîbusan koçberan birin balafirgeha Ahmedê Xanî. Ji balafirgehê wan şandin welatê wan Afxanistanê.
Heya niha Tirkiye ji koçberên Afxanistanê 35 hezar û 423 koçberan şandiye welatê wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin