Peyama Kurd- Berya Erdoğan here Amerîkayê seredana Trump bike, li Sûriyê, albayê berdevkê hêzên koalîsyonê yê Amerîkayê Myles Caggins car din derket ber çapemeniyê û bi berdevkê HSDê yê çapemeniyê re bi Mistefa Balî wêneyê xwe belav kir.
Hevdîtina her dû aliyan li bajarê Hasekê çêbû û ji her dû aliyan di asta jor de kes tevlî civînê bûn. Di hevdîtinê de berdevkê koalîsyonê Albay Caggins ragihand ku dê koalisyon û HSD dê bihevre li dijî DEAŞê operasyonên xwe bidin dewam kirin.
Albay Caggins di ser esabê xwe yê Twitterê de yê Kurmancî de bo wan kesên ku li Qamîşlo hatin kuştin taziyeyên xwe belav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin