PeyamaKurd- Ji rêvebiriya Balafirgeha Silêmaniyê ji beşa têkiliyên bi xelkê re hat ragihandin ku îro heyetekî ji Turk Hava Yolları (Rêya hewayî ya Tirk) çûye seredana Silêmaniyê û ji aliyê rêvebirê balafirgehê ve hatiye pêşwazîkirin. Seredana heyetê bo balafirgeh ji bo seferên Tirkiyê bê vekirin hatiye kirin.
Di pey civîna her dû aliyan de rêvebirê balafirgeha Silêmaniyê Tahir Abdullah bi çapemeniyê re civînekî lidarxist û weha got:
“Di 29 ê êlûna 2017an de wedexe hatibû dadîn bo ser balafirgeha me. Em li bendene ku demeke nêz de ev qedexe rabe. Me biryar da ku di 24 ê vê mehê de (meha 1 ê), di navbera Tirkiyê û Silêmaniyê de sefera yekem bê kirin. Piştî biryar were cî, wê di hefteyê de her roj sefer bên kirin.”
Abdullah ragihand ku piştî biryara qedexeyê bo balafirgeha Silêmaniyê hat danîn, gelek arîşe peyda bûn û her roj 15 hezar dolar zerar kirine. Balafirgeh sala borî 5 mîlyon û 400 hezar dolar zerar kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin