PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di topbarana artêşa Tirkiyeyê de ya li dijî depoya mezin a avê ya li bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê de depoyê ziyaneke mezin dîtiye û 12 gundên deverê bê av mane.
Artêşa Tirkiyeyê doh bajarokê El Hêşayê yê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kiribû.
Hevserokê Birêvebiriya Avê ya Reqayê Mesûd Bûzî ji North Pressê re ragihand ku artêşa Tirkiyeyê depoya avê ya Eyn Îsayê û trafoya ku elektrîka pompeya avê dabîn dike topbaran kiriye.
Mesûd Bûzî da zanîn ku ji ber topbarana Tirkiyeyê di depoya avê de ziyaneke mezin çêbûye û ji ber vê ziyanê jî 12 gundên deverê bê av mane.
Bûzî diyar kir ku ji ber têkçûna trafoya elektrîkê, depoya avê bi temamî ji kar ketiye û xelkê El-Hêşayê jî ji ava vexwarinê bê par maye.
Giringiya Eyn Îsayê
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê belê xwedî gringiyeke mezin a stratejîk e. Eger ev bajar bikeve destê artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, wê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qût bibe.
Bajarê Eyn Îsayê, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobaniyê û 30 kîlometreyan jî ji navenda bajarê Girê Spî ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar de ye, dûr e.
Gringiya stratejîk a Eyn Îsayê jî ew e ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 a Rodkoyê ye.
Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girê dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin