PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser parastina herêmên valahî çêbûye û metirsiyên ewlekariyê li ser wan heye li hev kirine.
Yawer ji BasNewsê re da xuyakirin, wan bi artêşa Iraqê re li ser deverên di navbera herdu hêzan de dimînin û valahiya ewlekariyê li wan heye li hev kiriye ku ew valahî werin dagirtin.
Cebar Yawer got ku dê Wezareta Bergiriya Iraqê 5 komîteyan ava bike û dê ev komîte ji Xaneqînê heta Rabîayê lêkolîn û çavdêriyê bikin û piştî tesbîtkirina herêmên valahiya ewlekariyê li wan heye raporekê pêşkeşî wezaretê bikin.
Yawer herwiha da zanîn ku li gor encamên raporê jî dê operasyon li wan herêmên metirsiya ewlekariyê heye bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin