PeyamaKurd – Li Qamişlo, di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişê ya girêdayî Rêveberiya Xweser de, şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, ji ber şer û pevçûnê endamekî Asayîşê can daye û heta niha nayê zanîn çend kes birîndar bûne.
Herwiha çavkanî diyar dikin, şer di saet 21:00ê de li taxa Dewara Wehde rû daye û endamê Asayişê yê bi navê Xalid Hacî can daye.
Herî dawî zanyarî destnîşan dikin, hêzên Asayîşê li cihê bûyerê ji bo her egerekê ketine amadebaşiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin