Trump budçeya WHOyê birî!..

Trump budçeya WHOyê birî!..

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî rexneyên xwe yên berdewam bo Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku di babeta vîrusa koronayê de agahiyên rast parve nekirine û aliyê Çînê digire, ragihand ku Amerîkayê budçeya bo WHOyê qut kir.

Trump herwiha da xuyakirin ku ew dê li ser WHOyê dest bi lêpirsînekê bikin û got: “Ew lêpirsîn dê derbarê helwesta WHO ya ser veşartina belavbûna vîrusa korona û birevêbirina xirab ya vê qonaxê be.”

Trump diyar kir ku kêşeyên mezin yên WHOyê hene û ew dê budçeya wê qut bikin.

Amerîkayê di sala 2019an de 400 milyon dolar fon daye WHOyê ku li gorî vê biryarê ew fon tê rawestandin. Alîkariya bo WHOyê herî zêde ji aliyê Amerîkayê ve dihat kirin.

Herwiha Avakarê Microsoftê Bill Gates jî biryara Trump li ser Twitterê rexne kir û da zanîn ku pêwistîya cîhanê ji hemî demên din pirtir bi WHO heye û ti rêxistineke ku dikare şûna wê bigire tune.

Ji ber vîrusa koronayê heta niha li seranserê dinyayê 2 milyon zêdetir kes nexweş ketine û hejmara miriyan gihîştiye 130 hezar kesan.

Tenê li Amerîka bêhtirî 600 hezar kes bi vîrusa Covid-19 ketine û 26 û 57 kes jî pê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin