PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku xwe ji bo hilbijartinên seroktiyê yên îsal jî amade dike, li ser êrîşa bi dronan a ser hêzên Amerîkî li sînorê Urdin-Sûriyê ku 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, daxuyanî da.
Trump ew êrîşa komên girêdayî Îranê, wekî êrîşeke encama bêhêzbûn û xweradestkirina Joe Biden bo dijminan bi nav kir û got, “3 sal berê Îran lawaz, bêpere bû û bi temamî di bin kontrolê de bû. Wekîlên terorîstên Îranê bi zor du dolar tanîn ba hev.”
Trump herwiha got: "Ger ez serok bûma ev êrîş pêk nedihat” û diyar kir, dinya pir nêzîkî şerê Sêyemîn ê Cîhanê bûye.
Piştî êrîşa ser baregeha Amerîkî û kuştina leşkeran, Serokê Amerîka Joe Biden ragihandibû ku ew dê ji berpirsên êrîşê hesab bipirsin û di dem û cihê ew diyar bikin de, bersiva êrîşê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin