Pompeo: Ez dizanim ku em ê bi alîkariya we bi ser bikevin…

Pompeo: Ez dizanim ku em ê bi alîkariya we bi ser bikevin…

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe bi vîdyo konferansê beşdarî civîna taybet a 49emîn Korbenda Aboriya Cîhanê Davos a Swîsreyê bû.

Mike Pompeo bal kişand ser girîngiya serweriya Iraqê û destnîşan kir, wan digel welatên hevpeymaniya navdewletî, li Sûriye û Iraqê DAIŞ têk daye.

Pompeo got, "Hîn gelek karê ku bê kirin heye. Ez dizanim ku emê bi alîkariya we bi ser bikevin.”

Pompeo da zanîn ku ew dê bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Yemenê Martin Griffiths re hevdîtineke bike û ew bawere di mijara Yemenê de pêşveçûnek çêbe.

Wezîrê Amerîkî li ser pirsa Îsraîl-Filîstînê jî diyar kir, ew jê bawere ku ew hatine asta herdu aliyan werînin ba hev û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin