PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 18ê Tîrmehê ragihand ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê mayîn bi leşkerên diçûn operasyonê de teqiyaye û leşkerekî can daye û yek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li navçeya Şax a bajarê Wanê mayînek teqiya û di encamê de leşkerekî can daye û leşkerek jî birîndar bûye.
Artêşa Tirkiyê li navçeyên Wanê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê Eren Dorpêç-22 kiriye ku ew operasyon hîn dewam dike.
Li aliyê din doh 17ê Tîrmehê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê eşkere kiribû, leşkerekî wan di operasyona “Pence-Kilîl” a nav sînorên Herêma Kurdistanê de hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin