PeyamaKurd - Serokê Encumena Xaneqînê, Semîr Mihemed Nûr gotiye, li Xaneqînê, piştî ku hêzên Pêşmerge vekişiyan, valahiya ewlehiyê çêbû. Ew valahî roj bi roj firehtir dibe, ji ber wê jî êrişên DAIŞê zêde bûne.
Semîr Mihemed Nûr her wiha gotiye, hêzên Iraqî yên ku li Xaneqînê hene, nekarîne pêşiya êrişên DAIŞê bigirin û welatiyan biparêzin. Ji ber wê jî pêwîstî bi hêzên Pêşmerge heye.
Serokê Encumena Xaneqînê daye zanîn, wan hetanî niha du caran bi fermî daxwaz ji Bexdayê kirine rizamendî nîşan bide da ku hêzên Pêşmerge vegerin Xaneqînê û di parastina deverê de alîkariya hêzên Iraqî bikin. Lê heta niha Bexdayê bersiva wan nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin