PeyamaKurd - Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ku piştî xwepêşanderan bi ser koşka wî de girtibû, reviyabû derveyî welat, doh 14ê Tîrmehê bi nameyeke e-posta karvekêşana xwe bo parlamentoya Srî Lankayê ragihandibû.
Hat ragihandin ku îro 15ê Tîrmehê danê sibê parlamentoya Srî Lankayê îstîfaya Gotabaya erê kir.
Serokê Srî Lankayê roja pêncşemê nameya îstîfaya xwe ji Sîngapûrê şandibû.
Li gorî destûra Srî Lankayê ew ê Ranil Wickremesinghe bibe serokwezîr ku xwepêşander wî jî naxwazin û pêwîste parlamento parlamenterekî bo serokwezîrtiyê erkdar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin