Alaatîn Çakici gef li Parlamenterê HEDEPê Gergerlîoglû xwar

Alaatîn Çakici gef li Parlamenterê HEDEPê Gergerlîoglû xwar

PeyamaKurd - Alaatîn Çakici li ser hesavê xwe yê medyayî gef li parlamentêrê Partiye Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  Omer Farûk Gergerlîoglû xwar.

Alaatîn Çakici yê ku li Tirkiyê ji ber pêşengiya Rêxistina Organîze ya Tawanbariyan kiriye, hatibû girtin û cezakirin û paşê bi bexşandineke qanûnî serbest hatibû berdan; ji ber gotinên Gergerlîoglû ku ji bo Serokê Partiya Hereketa (Bizava) Nijadperst  (MHP) Dewlet Bahçelî gotibû, gef li  Omer Farûk Gergerlîoglû xwar û wî wek payendê Kandîlê tawanbar kir. 

Omer Farûk Gergerlîoglû li Parlamentoya Tirkiyê, rexne li helwesta Dewlet Bahçelî ya derbarê girtina Dadgeha Bingehîn a Tirkiyê de kiribû ku Bahçelî daxwaza girtina wê dadgehê dikir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin