Besar Esed: Sûriye bi awayekî cidî ji bo vegera penaberan kar dike

Besar Esed: Sûriye bi awayekî cidî ji bo vegera penaberan kar dike

PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, di derbarê vegera koçber û penaberên Sûrî de diyar kir, welatê wî bi awayekî cidî û berdewam ji bo vegera penaberan û avakirina jêrxaneya welêt kar dike.

Li Şamê, do civîna hevbeş a Sûrî – Rûsî ya derbarê vegera koçber û penaberên Sûrî birêve çû. Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina ligel Şandeyê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev de, qala kedên hevbeş ên Sûrî û Rûsî derbarê vegera penaberên Sûrî kirin.

Serokatiya Sûriyê bi daxuyaniyekê da zanîn, her du aliyan dilxweşiya xwe derbarê karên hevbeş de nîşan dan. Serokê Sûriyê jî eşkere kir: “Sûriye bi awayekî cidî ji bo vegera penaberan kar dike. Avakirina jêrxaneya welêt a ku terorê têk daye û vegerandina ewlehî û aramiyê li navçeyên hatine rizgarkirin, gerentiya vegera koçber û penaberan ji bo gund û bajarên xwe dike.”

Beşar Esed herwiha spasiya serkirdatiya Rûsyayê jî kir û destnîşan kir, ji ber ku hevkariyên mirovî, tendirustî û hevkariyên di hemû waran de bi gelê Sûriyê re kiriye û hewl dide penaberên Sûriyê vegerin ser cih û warên xwe.

Şandeyê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev rdiyar kir, her du aliyên Rûsî û Rûsî dê di vê çarçovê de bigihin encamên erênî, ji ber ku hikûmeta Sûriyê karên cidî dike û zemîna guncaw ji bo vegera penaberan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin