PeyamaKurd – Li ser medya civakî vîdyoyek hatiye belavkirin ku tê de zarokên temenên wan nagihîje 15 salan bi diruşman beşdariya xwe ya nav şerê PKKê eşkere dikin.
Di vîdyoya ku bi logoya Nûçe Ciwan hatiye belavkirin de, zarokên temen piçûk behsa şerê Heftenînê û Efrînê dikin û dibêjin, ew dê biçin çiyayên azad berevaniyê bikin.
Ev vîdyoya zarokan ku bi diruşman diqede, li ser medya civakî deng veda ku PKK bi wergirtina leşkerîyê ya zarokên piçûk hat tawanbarkirin û tê gotin, her li gorî yasayên navdewletî jî xistina bin çekan a zarokan qedexe ye.
#pkkdonttouchchildren@RudawTurkce @nerinaazadnet @RupelaNu01 @nerinaazadnet @K24Turkce @PeyamakurdKrd @BasGazetesi @dilbixwindara @cngsgnc @ImanDerbas @dildarherki @gergerliogluof @MSTanrikulu pic.twitter.com/XUSK9oSUv1
— @Qawi79☀️ (@Qawi79) August 6, 2020
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî gelek caran rexneyên bi vî rengî li PKKê hatine kirin ku zarokan biçek dike û dişîne eniyên şer.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin