Wezareta Navxwe ya Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê dirêj kir

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê dirêj kir

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya çûnûhatinê li tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê heta 10ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de, 23yê Nîsanê qedexe heta 1ê Gulanê dirêj kiribû ku îro bidawî dihat.

Wezaretê bi sedema ku hîn metirsiya koronayê berdewam e û tûşbûyên nû têne tomarkirin, car din biryara qedexeyê dirêj kir ku heta 10ê Gulanê berdewam dike û kesên pabendî qedexeyê nebin jî rêkarên yasayî li hember wan bê kirin.

Di daxuyaniya biryara qedexeyê de hatiye gotin, destûr bi serpereştiya îdareyên serbixwe tê dayîn ku ji demjimêr 12.00ê şevê heta 19.00 bo rêpêdana hemwelatiyan bi vekirina cihên xizmetguzarî ku pêwîst in weke firinan.

Herwiha ji demjimêr 19.00 heta 00.00ê şevê qedexeya hatinçûnê dê bê cîbicîkirin û tenê rê bi hatinûçûna otomobîlên hêzên emnî, tîmên tenduristî, ambulans û yên di erkê fermî de bê dayîn ku berî niha qedexe ji 18.00 ta 00.00ê şevê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin