WHOyê 32 ton alîkariyên ji Rojavayê Kurdistanê re sand

WHOyê 32 ton alîkariyên ji Rojavayê Kurdistanê re sand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) beşek alîkariyên tenduristî ji bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê şand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa ragihandiye ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) karwaneke alîkariyên bijîşkî ku ji 32 ton kelûpelan pêk tê, ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ji bakurê rojhilatê Sûriyê re şandiye.

Ciwan Mistefa ji Rûdawê re gotiye, ew karwana alîkariyan gihîştiye balafirxaneya Hewlêrê û ji wê derê ve bo Şamê û paşê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser pişka xwe ji wan alîkariyan wergirtiye.

Ciwan Mistefa diyar kir, heta niha WHOyê 3ê barên alîkariyên mirovî û pizîşkî ji navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne re şandine.

Ciwan Mistefa dibêje: “Ev karwan sêyemîn karwana alîkariyan ji destpêka qeyrana koronayê ye, beşa yekem a alîkariyan 20 ton, beşa duyem 30 ton û beşa sêyem 32 ton bûye.”

Li gorî amarên koronayê yên Rojavayê Kurdistanê, heta niha tenê du kesên bi vîrusa koronayê ketine hatine tomarkirin ku herdu jî li bajarê Hesekê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin