PeyamaKurd- Serokê Konseya Awrûpayê Charles Michel bi sedema ku testa parasvanekî ewlekariyê posîtîv derketiye, zîrweya ku dê di roja pêncşem û înê de li Burukselê bihata kirin, bo hefteyekî dane paş.
Li gor peyama di ser hesabê Twitterê de hat kirin, berdevkê serokê konseye weha got:
“Serokê konseyê îro bihîst ku di serê hefteya borî de bi parastvanekî xwe re temas kiriye û testa wî parastvanî posîtîv derketiye. Li gor qanûna Belçîkayê serokê konseyê wê hefteyekî di karantînayê de bimîne.”
Di zîrweyê de wê li ser mijara çavkaniyên enerjiyê yên rojhilatê Derya Sipî ya navbera Kibris, Yûnanistan û Tirkiyê rawestiyana. Serokê Belçîkayê yê kevin Michel piraniya hefteya borî bi sedema têkiliyên dîplomasiyê li Yûnanistanê û Kibrisê derbas kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin