PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li derdora gundê Dûrajê yê di navbera Tûzxûrmatû û Kifriyê de, çekdarên DAIŞê êrîşî 3 şivanan kiriye ku pezê xwe diçêrandin.
Hat ragihandin ku piştî êrîşa çekdarên DAIŞê, şivanan jî bersiv daye û şerekî tund di navbera şivan û çekdarên DAIŞê de derketiye.
Piştî bûyerê, Pêşmerge jî çûne alîkariya şivanan, lê ji ber ku şer hê nesekiniye, derbarê ziyanên madî û canî de tu agahiyên berfireh nehatin eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin