PeyamaKurd – Wezaretên karên derve yên welatên Awûstralya, Kanada, Danimarka, Finlandiya, Almanya, Îtalya, Hollanda, Zelanda Nû, Norweç, Îsweç, Îngîltere û Amerîkayê bi rizamendî pêşwaziya amadekariya hilbijartina Iraqê ya ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Bilind ya Iraqê de, ya di 10 ê cotmehê de têkirin, kirin.
Amerîka û 11 welat bi hevre dawxuyaniyekî hevpar dan û gotin ku hilbijartina pêşwext, ji bo hilbijêrên Iraqê dahatûya xwe bi awayekî demokratîk tayîn bikin, ‘ev derfetekiye û em dizanin ev di dîroka Iraqê de çendîn girînge.’
Di daxwuyaniyê de her weha behsa desteka ji bo daxwazên xelkê Iraqê yên demokratîk seferberî hatiye kirin û wexta mîsyona desteka Iraqê ya gulana 2020 ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) wezîfa desteka ji bo hilbijartinê dirêj kiriye. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Xelkê Iraqê derfeta wan ya dengdanê heye. Em destekê didin hewlên hukumeta Iraqê ku demeke dirêje dixwaze reforman bike û li hemberê jinan û gêncan ew şiddeta ku heye û ji bo wan, ji bo temamê Iraqiyan dixwaze şertên hilbijartinekî bi ewlehî, azad, adil û wekhevî amade bike û em wan hewlên hukumetê destek dikin. Her weha ew hemwelatiyên Iraqê yên ku ser cîh û warên xwe çûne, ji bo tevlîbûna wan ya hilibjartinê em hewlên hukumetê destek dikin. Em bang li temamê terefan dikin ku rêz li serdestiya hûqûqê û pêvajoya yekîtiya hilbijartinê bigrin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin