PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Ukraynayê Aleksander Motzuyanik ragihand ku parastina Kîevê didome û Hêzên Bijarde yên Ukraynayê vê erkê bicih tînin.
Herwiha Motzuyanik da zanîn aku hêzên Ukraynayê yekîneyên artêşa Rûsyayê bi qasî 70 kîlometreyan ji paytext Kîevê dûr xistine û li hin deveran hêzên dagirker 35 km paşve kişiyane.
Li aliyê din hatiye diyarkirin ku hêzên Ukraynayê du gundên li herêma Sumî û Zaporojiyayê jî ji bin kontrola Rûsan derxistine.
Li bajarê Irpîn ê nêzîkî Kîevê jî şer û pevçûnên dijwar dewam dikin û Şaredarê Irpînê ragihandiye ku ew êrîşên sêalî hatine pûçkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin