PeyamaKurd – Hate ragihandin ku termên 563 leşkerên ukraynî yên li Rûsyayê hatine vegerandin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Biryargeha Dîlên Şer a Ukraynayê, 563 termên leşkerên ukraynî ji Rûsyayê hatine vegerandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, termên 320 leşkeran ji Donetskê, yê 89 leşkeran ji Bahmutê û yên 154 leşkeran jî ji morgên nav axa Rûsyayê hatine anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin