The Guardian: Brîtanya û Fransa razî bûn hêzê bisînin

The Guardian: Brîtanya û Fransa razî bûn hêzê bisînin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Brîtanya û Fransayê daxwaza Amerîkayê ya şandina hêzê bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê erê kirine û li ser şandina hêzên bejayî yên zêdetir razî bûne.

Rojnameya The Guardian a Brîtanî ragihand ku ji bo dagirtina valahiya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, Brîtanya û Fransayê li ser şandina hêzên bejayî bo Sûriyê razî bûne.

Rojnameyê li ser zarê berpirsên Amerîkî ragihand, Brîtanya û Fransa amade ne hejmara hêzên xwe yên taybet li Sûriyê bi rêjeya ji sedî 10 ta 15 zêde bikin. Ew jî bi armanca şerê li dijî şanên razayî yên DAIŞê bikin.

The Guardian diyar kir, berî niha kovara “Foreign Policy” amadebûna Parîs û Londonê ji bo şandina hêzên zêdetir bo Sûriyê eşkere kiribû û tekez kiribû, ew yek serkeftinek e ji tîma Serokê Amerîka Donald Trump re.

Almanyayê du roj berê daxwaza Amerîkayê ya şandina hêzê red kiribû û Peyvdarê Hikûmetê Steffen Seibert  gotibû: “Di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de, Almanya hemû erkên xwe bicih anîne. Di nav van erkan de, şandina hêzên bejahî nîn e.”

Welatekî din ku hêzê bişîne jî Îtalyaye ku hîn biryara xwe nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin