PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku Amerîka ji şerê navbera artêşa Sûdanê û rêxistina RSF ê bi endîşe ye û bang kir ku her dû teref şer rawestînin. Blinken ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medyayê de kir. Blinken got:
“Ew şiddeta ku di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Lezgîn yên Destekê (RSF) de diqewimin, em ji wan bi endîşe ne. Em bi balyozxana xwe ya Hartûmê re di nav têkiliyan de ne. Em bang li temamê aktoran dikin ku nehêlin her dû teref şiddetê zêde bikin û ji bo pirsgirêkê çareser bikin, dest bi muzakereyan bikin.”
Artêşa Sûdanê ji aliyê serokê konseyê ya Sûdanê general Abdulfettah el-Burhan îdare dibe û di muxalefetê de an ku serokê RSFê general Muhammed Hamdan Dagalo heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin