PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve di derbarê dîlgiritiyên Rus ên di destên Amerîkayê de ne, dane hatin parve kirin.
Piştî pevguhertina girtiyan a di navbera Amerîka û Rusyayê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşînîn, hejmara girtiyan ji rojnameya Rûsî re eşkere kir. Verşinin ragihand ku hejmara girtiyên Rûsî ji 60î zêdetir e.
Verşinin, li ser mijarê tu daxuyanî neda ku cezayên Rusan bi motîvekirina siyasî ne yan jî neheqî ne.
Amerîkayê, firoşkarê çekan yê Rus Viktor Bout serbest berda ku bi 25 sal zîndan hatibû mehkûmkirin û di danûstendina girtiyan de ligel stêrka basketbolê ya Amerîkî Brittney Griner ku ji ber sûcên narkotîkê li Rusyayê girtî bû.
Medyaya Amerîkî ragihandibû ku Rusya red kir ku dêrîndarê Hêzên Deryayî yên Amerîkî Paul Whelan ku di sala 2020an de bi sîxuriyê hat mehkûmkirin, bike nav dan û stendinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin