Koreya Bakur: 'Tatbîqata parastinê ya tam'

Koreya Bakur: 'Tatbîqata parastinê ya tam'

PeyamaKurd – Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un diyar kir ku avêtina peyka leşkerî li dijî çalakiyên "dijminan" "tevgereke parastinê ya tam" e.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Kim serdana endezyar û zanyarên ku beşdarî avêtina peyka leşkerî ya bi navê "Malligyong-1" bûne kir.

Di daxuyaniya xwe ya li vir de, Kim diyar kir ku hebûna satelaytek leşkerî li dijî "hêzên dijmin" wekî rêgiriyê dike.

Kim destnîşan kir, peyka leşkerî ji bo Koreya Bakur "serdema hêza fezayê" nîşan dide, Kim ev avêtin wekî "tevgerek berevaniyê ya tam" li dijî çalakiyên "dijminan" bi nav kir.

Kim eşkere kir, satelayt "parêzvanê fezayê" ye û xebatên leşkerî yên hêzên biyanî dişopîne û destnîşan kir ku divê ji bo bidestxistina armancên di warê balafir û kapasîteya keşfê ya fezayê da xebat bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin