PeyamaKurd – Ji rêvebirên Tevgera Goran Uzêr Feqiyanî bo BasNewsê ragihand ku hinek parlementerên Kurdi yê parlementoya Bexdayê li hemberê xelkê Kurditanê di nav îxanetê de ne û hewl didin da peymana navbera Hewlêr û Bexdayê xerab bikin. Li ser hewldana xerabkirina peymanên navber Hewlêr û Bexdayê Feqiyanî weha got:
“Li hemberê xelkê Kurdistanê îxanet heye. Li Herêma Kurdistanê bi sedema kovid-19 ê krîza darayî heye. Bo hukumet mehaneyên memûran bide pêdivî bi budçeyê heye.
Wezîfa parlementerên Kurdistanê yên li Bexdayê ew e ku mafê Kurdistanê biparêzin. Grûbekî parlementer bi eksa wê, siyaseta li hemberê xelkê Kurdistanê dimeşînin. Her parlementer mehane 30 mîlyon Dînar ku dike 20 hezar dolar pere distîne. Her yek 30 parastvanên wan hene. Tevî wî jî em dibînin hinek parlementer diexbitin da peymana navbera Hewlêr û Bexdayê xerab bikin. Ev ne rewaye û zilm e. Divê xelkê Kurdistanê veya qebûl neke.
Eger terefên siyasî yên Iraqê bi parlementerên Kurd re yên li Bexdayê dixwazin peymanê xerab bikin re têkilî deynin, dê arîşe kûrtir bibe. Lewra divê hukumeta Bexdayê tenê hukumeta Herêma Kurdistanê bike muxatabê xwe, pê re lihev bike, pê re peyman girêde. Di derveyê hukumeta Herêma Kurdistanê de kesî neke muxatabê xwe û pê re peymanê girêde.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin