Vesargehên DAISê yên li Diyala û Selahedîn hatin bombebarankirin

Vesargehên DAISê yên li Diyala û Selahedîn hatin bombebarankirin

PeyamaKurd Balafirên şer ên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li Diyala û Selahedîn bombebaran kirin û di encamê de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, balafirên F-16 veşargehên DAIŞê li nahiya Qeretepe ya li Diyala kirin armanc û çar çekdarên di nav veşargehên de hatin kuştin.

Herwiha çekdarekî ewlehiyê li ser vê mijarê da zanîn, hêzên asmanî yên Iraqê veşargehên DAIŞê yên li derdora gola Hemrînê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm sê çekdar hatin kuştin.

Herî dawî got, bombebaran gelek bi hûrgilî bi ser armancan de hatine encamdan.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin