PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê, ji ber gefên operasyona muhtemel a Tirkiyê li ser herêmê, dewriyeyên xwe yên leşkerî zêde kirine.
Li gorî dîmenên belav bûne, hêzên Amerîkayê bi taybet li derdora bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyên xwe yên leşkerî û dewriye zêde kirine.
Doh Şemiyê jî berdevkê konseya ewlekariya Amerîkayê John Kirby, nîgeraniya welatê xwe bo operasyoneke nû ya Tirkiyê anîbû ziman û gotibû, em ji operasyoneke Tirkiyê ya li ser herêmê ku têkoşîna dijî DAIŞê dixe xeterî xwedî endîşeyên kûr in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin