Sefîn Dizeyî: Derî û dilê me ji bo koçberên Rojava vekiriye

Sefîn Dizeyî: Derî û dilê me ji bo koçberên Rojava vekiriye

PeyamaKurd - Li gel destpêkirina êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, 5 hezar koçber ber bi Herêma Kurdistanê ve hatîne.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, herçend wiha diyar e berpirsên Rêveberiya Xweser rê nadin ku xelk derbasî Herêma Kurdistanê bibin jî heya niha zêdetir ji 5 hezar kesan bi rêyên din, ji Rojavayê Kurdistanê ve xwe gehandine Herêma Kurdistanê.

Dizeyî got jî: Herêma Kurdistanê derî û dilê xwe ji bo koçberên Rojava vekiriye.

Ji aliyê din ve hat ragihandin îro  hezar û 300 kesên din ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin