Viyan Dexîl: Betalkirina wê biryarê karesateke mezin e

Dîroka weşanê :
Viyan Dexîl: Betalkirina wê biryarê karesateke mezin e

PeyamaKurd – Endama Parlamentoya Iraqê ya li Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Viyan Dexîl biryareke Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girt rexne kir û weke keraseteke mezin bi nav kir.

Li gor zanyariyan, hikûmeta nû ya Iraqê di biryarekê de hûrbîniya ewlehiyê betal kiriye ku beriya niha li parêzgehên rizgarkirî yên ji dest DAIŞê de kar pê dihat kirin. Viyan Dexîl da zanîn ku betalkirina wê biryarê karesateke mezin e.

Herwiha Viyan Dexîl got: “Divê lijneyeke lêkolînê were pêkanîn ji bo lêkolîna li wan dezgehên ewlehiyê ku biryara berê weke xwe cîbicî nekirine.”

Encûman Asayîşa Niştimanî ya Iraqê, di 2019dan de biryar dabû ku hûrbîniya ewlehiyê li parêzgehên rizgarkirî were betalkirin û tenê li kampan bimîne.

Viyan Dexîl destnîşan kir: “Hûrbîniya ewlehiyê gelek girîng e, li hemû welatên cîhanê kar pê tê kirin, çawa dibe li Iraqekê ku ketiye destê terorê, tê betalkirin.”

Dexîl herwiha ji Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê dipirse: “Eger hûn hûrbîniya ewlehiyê betal bikin, hûn ê ji hezaran Êzîdiyan re ku bûne qurbaniyên terorê, çi bibêjin?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin