PeyamaKurd- Walîtiya Mûşê bi daxuyandiyeke ragihand ku ji îro pê ve ji bo 15 rojan hemî civîn, çalakî û meş qedexe ne.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye ku “ji bo parastina rêkûpêkîya civakê qedexe hatiye ragihandin.
Wezareta Navxweyî yê 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin