PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Federal ya Iraqê li ser budça sala 2023an lihev kirin. Li gor peymanê; wê Iraq bi qanûnî firotina petrolê ya Herêma Kurdistanê qebûl bike. Li gor agahiyên Rûdawê; para Kurdistanê ji budça Iraqê dê ji %12,67 be.
Tê plankirin ku di meha cotmeha bê de, wê li Kurdistanê û li Iraqê jimartina nûfûsê bêkirin. Eger jimara nûfûsa Herêma Kurdistanê ji %12,67 zêdetir be, wê perên mehên borî jî bên hesabkirin û Iraq li ser hev bide Herêma Kurdistanê.
Li gor peymanê; wê hukumeta Iraqê mehaneyên xebatkarên şîrketên li Herêma Kurdistanê dixebitin bide. Wê Iraq, firotina petrolê ya ji aliyê Herêma Kurdistanê de bi yasayî qebûl bike. Hukumeta federal wê temamê biryarên Dadgeha Bilind ya Federal ya Iraqê, ew biryarên ku di eleyhiya Herêma Kurdistanê de bin, bide rawestandin ta qanûna Xaz û Petrolê amade bibe û di parlementoya Iraqê de bixin ber dengan û bike qanûn an qanûna wê derxe.
Wê di bankakî de hesab bê vekirin û ji budça Iraqê para Kurdistanê her mehê bixin hesab û tenê wê hukumeta herêma Kurdistanê bi hesab re têkildarî bike. Weka ku berê jî lihev kiribûn, wê hukumeta Herêma Kuırdistanê perê 250 hezar varêl petrolê bide hukumeta Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin