PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê siyasetmedar Leyla Zana ku demek dirêj bû dûrî siyasetê ye, ji nû ve çalak bibe û 21ê Adarê beşdarê ahenga Newrozê ya Diyarbekirê bibe.
Li gorî zanyariyan wê Leyla Zana di ahenga Newrozê de axaftinekê bike û herwiha beşdarê kampanyaya hilbijartinên şaredariyan ên DEM Partiyê jî bibe.
Hatiye diyarkirin ku wê Zana li Riha, Batman, Şirnex û Diyarbekirê tevlî xebatên hilbijartinan bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin